Di mehekê de 4 Kolber hatine kuştin

53 Kolber jî hatine birîndarkirin.
کوردستان TV
100%

Ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine kuştin.

Li gor nûçeyeke navenda mafên mirovan ya Hengawê tenê di meha Sibatê de 4 Kolber û Kasibkarên Kurd bi êrîşa raste rast ya çekdarên rejîma Îranê li ser sînorên Kurdistanê hatine kuştin.

Her di heman mehê de 53 kolberên din jî di encama êrîşa çekdarên rejîmê de birîndar bûne.

Herwiha hate zanîn ku, jiber ketin ji çiyayan du Kolber birîndar bûne û jiber serma û seqemê jî Kolberek qirifiye û canê xwe ji dest daye.

Ji aliyeke din ve hate zanîn ku, tenê di meha Sibatê de hêzên ewlekarî yên rejîma Îranê li Rojhilatê Kurdistanê 53 welatiyên din yên Kurd bi hincetên curbicur binçav kirine.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.