Serokwezîr daxwazek ji civaka cîhanî dike

civînên Serokwezîr li gel Senatorên Amerîkî didomin.
کوردستان TV
100%

Li geê Chris Van Hollen civiya.

Civînên Serokwezîr Mesrûr Barzanî yên li Amerîkayê didomin û îro li gel Senator Chris Van Hollen civiya û piştî civînê jî Serokwezîr wisa nivîsand;

Îro li Washingtonê li gel endamê Kongrêsa Amerîkayê Senator Chris Van Hollen civiyan.

Di civînê de Senator Chris Van Hollen behsa vê yekê kir ku, herêma Kurdistanê hevpeymaneke girîng ya Amerîkayêye li deverê de û piştîvaniya xwe bo asayîş û aramî û pêgeha destûriya herêma Kurdistanê diyar kir.

Me jî spasiya dostatî, hevkarî û piştîvaniya Amerîkayê kir û tekez li ser girîngiya dabîn kirina mafên destûrî yên xelkê Kurdistanê û mafên pêkhateyan û bihevre jiyana aştiyane kir û daxwaz ji civaka cîhanî jî kir rê nede mafên pêkhateyên Kurdistanê werin binpêkirin.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.