Civînên Serokwezîr li Amerîkayê didomin

Kongrêsmanên Amerîkî tekez li ser piştîvanî kirina Kurdistanê dikin.
کوردستان TV
100%

Li gel hijmareke Kongrêsmanên Amerîkî civiya.

Di çarçoveya civîn û hevdîtinên xwe yên li Amerîkayê de, îro Serokwezîr Mesrûr Barzanî li gel hijmareke Kongrêsmanên Amerîkî civiya û piştî civînê jî Serokwezîr wisa nivîsand;

Îro li Washîngtonê li gel hijmareke endamên Kongrêsa Amerîkayê civiyan.

Di civînê de Seroka berê ya civata nunran ya Amerîkayê Nancy Pelosi û her yek ji endamên Kongrêsê Seth Melton, Don Bacon, Brad Wenstrap û Amata Coleman beşdar bûn.

Di destpêka civînê de Kongrêsman Bacon bi navên endamên Kongrêsê bixêr hatina me kir û weke Cengawer û Xebatkarekî rêya azadî û tekez li ser girîngiya parastina asayîş û aramiya herêma Kurdistanê kir.

Me jî spasiya hevkarî û piştîvaniyên Amerîkayê kir û balkêşande ser girîngiya cîhbicîh kirina destûr û dabîn kirina mafên destûrî yên gelê Kurdistanê, parastin û rêz girtin ji pêgeha destûrî û federalî ya herêma Kurdistanê.

Seroka berê ya civata nuneran ya Amerîkayê rixmî diyar kirina kêfxweşiya xwe ya li hember serdana Serokê hikûmetê bo Amerîkayê, hevde, diyar kir ku, rêzdariya vê bo jêhatîbûn, qehremanî, xebat û qurbanîdana xelkê Kurdistanê heye.

Kongrêsman Melton jî ev yek diyar kir ku, ev weke Kongrêsmanên Amerîkî bi her awayî li gel bihêz bûna herêma Kurdistanê ne.

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.