Dibêje em ji rewşa heyî dilgiranin.
Serok Barzanî duhê li gel radio Monte Carloya Fransî de hevpeyvînek pêk aniye û di hevpeyvîna han de Serok Barzanî behsa çend mijaran kiriye.
Di hevpeyvîna han de Serok Barzanî behsa vê yekê kiriye ku, herêma Kurdistanê bi biryara parlementoyê di sala 2003an de biryar daye ku, di çarçoveya Îraqeke federal û demokratîk de bimîne bo vê yekê jî Kurd gelek hewl dan û Îraqeke demokratîk û federal hate avakirin lê hin alî li Îraqê pêbendî destûrê nebûn ku, mercê sereke yê parastî bûna yekîtiya Îraqê bû.
Serok Barzanî eşkere kiriye ku, mixabin sîstema federalî û demokrasî li Îraqê rastî astengiyên navxweyî û derve hatiye û niha ev sîstem di bin metirsiyên gelek mezin deye.
Serok Barzanî di beşeke din ji hevpeyvîna xwe de aniye ziman ku, rewşa niha ya Îraqê gelek aloze, hin alî rê nadin rêkeftinên siyasî yên bo ava kirina hikûmetê werin cîhbicîhkirin û em jî ji vê rewşa han dilgiranin.
Serok Barzanî balkêşandiye ser vê yekê ku, êrîşên Îranê yên bo ser herêma Kurdistanê bê hincet û zilmeke mezine derheq bi gelê Kurd têne kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin