Îsraîl planeke nû ya Îranê eşkere kir

dibêje emê rê nedin Îran plana xwe ser bixe.
کوردستان TV
100%

Dibêje dixwaze di meha Remezanê de dîsa êrîşî ser Îsraîlê bikin.

Wezîrê berevanî yê Îsraîlê YUao Gallant di gotareke xwe de yaku, di civîna nirxandina rewşa leşkerî de pêşkêş kiriye ragihandiye ku, zaniyariyên bawermend di destê wan de hene ku, Îran xwe amade dike daku, bi hevkariya hizbulah û Hemasê di meha Remezanê de êrîşeke berfire weke êrîşa 7ê Cotmehê bo ser Îsraîlê pêk bînin.

YUao Gallant diyar kiriye ku, nabe Îsraîl derfetê bi hemas û Îranê bide ku, bigehêjin ev tişta ku, ji destpêka şer heta niha hewl bo bidest anîna vê didin.

Weke tê zanîn Îsraîl beriya niha gef kiribû ku, vê di destpêka Remezanê de êrîşî ser bajarê Refeh weke bajarê dawî ya Xezeyê jî bike lê Amerîka ragihandiye ku, nabe di meha Remezanê de ti êrîş werin kirin.

Nûçe Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.