Agireke mezin bi bazara (sûka) Lengeyê ketiye.
Duhê bişev jiber kontakta elektirîkê agireke mezin bi bazara Lenge ya Hewlêr ket û di encam de şewateke mezin derket.
Li gor daxuyaniya Walîtiya Hewlêrê di encama şewata han de 20 kes ji tîmên hawar hatinê û welatiyan birîndar bûne û bo nexweşxaneyan hatine veguhastin.
Piştî du seatan hêzên hawar hatinê karîn agira han vemirînin.
Her di encama şewata han de zirarên mezin yên madî ber xwedan dikanên nava bazarê lengeyê ketine.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin