Serokwezîr li gel du Senatorên Amerîkî civiya

piştîvaniyên Amerîkayê bo hêzên pêşmerge berdewam dibin.
کوردستان TV
100%

Behsa têkiliyên navbera Amerîka û hêzên pêşmerge hatiye kirin.

Di çarçoveya civîn û hevdîtinên xwe yên li Amerîkayê de îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Serokê komîteya hêzên çekdar ya civata Pîran ya Amerîkayê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr wisa nivîsand;

Îro li Washîngtonê li gel her yek ji Serokê komîteya hêzên çekdar ya civata Pîran ya Amerîkayê birêz Senator Jack Reed û endamê bilind yê vê komîteyê birêz Senator Roger Wicker civiyan.

Di civînê de li ser girîngiya parastina aramî û ewlekariya herêma Kurdistanê û berdewamiya piştîvanî kirina hêzên pêşmerge ji aliyê Amerîka û hevpeymaniya navnetewî ve hemfikir bûn.

Me spasiya hevkarî û piştîvaniyên Amerîkayê kir û tekez li ser rêz girtin ji pêgeha destûrî û federalî ya herêma Kurdistanê kir.

Serokê komîteya hêzên çekdar ya civata Pîran ya Amerîkayê rêzdariya xwe bo xebat û qurbanîdana hêzên pêşmerge û gelê Kurdistanê diyar kir.

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.