Hûsî êrîşî ser keştiyeke Brîtanî kirin

ev êrîşa han duhê bişev pêk hatiye.
کوردستان TV
100%

Petrola keştiyê ketiye nava ava behrê.

Li gor daxuyaniyeke Fermandariya navendî ya Amerîkî duhê çekdarên hûsî bi hajekan êrîşî ser keştiyeke Brîtanî bi navê Robemar kirine.

Di encama êrîşa han de tanka keştiyê yaku, petrol têde bûye zirar dîtiye û petrola nava keştiyê rijiyaye nava behrê.

Li gor dêmenên ku, Fermandariya navendî ya Amerîkayê belav kiriye, jiber tevlîhev bûna petrolê li gel ava behrê bi dirêjahiya 29 kêm ava deryayê qirêj bûye.

Ev êrîşa han duhê bişev pêk hatiye û heta niha Brîtanya di vê derbarê de ti daxuyaniyek nedaye.

Nûçe Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.