Hewl didin di pêşeroja Xezeyê de cîhê Hemasê tune be.
Li gor nûçeyeke Elcezîre Îsraîl bi îsrare li ser vê yekê ku, lazime Hemas bi temamî were jinavbirin û hin welatên Erebî jî piştîvaniya Îsraîlê dikin û hineke din jî dijî vê yekê ne.
Elcezîre li ser zarê çend rayedarên Erebî û Îsraîlî belav kiriye ku, niha di navbera rayedar û Serokên hin welatên Erebî de danûstan derbarê pêşeroja Xezeyê de tê kirin û ev rayedar û Serokên han hewl bo vê yekê didin ku, Hemas di pêşeroja Xezeyê de nebe xwedan rol.
Çavkaniyê diyar kiriye ku, aliyên Erebî niha bo yek xistina Hemas û tevgera azadîxwaz ya Felestînê ne û dixwazên Hemas dev ji çek û tundiyê berde û xwe di nava tevgera azadîxwaz ya Felestînê de bihelîne bo ku, ji êrîşên berdewam yên Îsraîlê rizgar bibe.
Weke tê zanîn beriya niha Îsraîl ragihandibû ku, lazime heta destpêka meha Remezanê bajarê Refeh jî were valakirin jiber ku, vê di destpêka Remezanê de operasiyona bejayî dijî Refehê destpê dike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin