Serokwezîr li gel balyozê Japonê civiya.
Êvara îro Serokwezîr Mesrûr Barzanî li gel balyozê Japonê yê li Îraqê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr wisa nivîsand;
Îro me pêşwaziya balyozê Japonê yê li Îraqê birêz Futoshi Matsumoto kir.
Me derbarê pêşde birina têkiliyên du alî û projeyên ajansa JAICA ya Japonî li herêma Kurdistanê de bi taybetî projeyên taybet bi av û cokên avê kir.
Balyozê Japonê jî piştîvaniya welatê xwe bo parastina asayî û aramiya herêma Kurdistanê diyar kir.
Me jî spasiya hevsozî û piştîvaniya Japonê kir û xwesteka pêşde birina zêdetir ya têkiliyên navbera Japonê herêma Kurdistanê diyar kir.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin