naveroka civîna civata wezîran

bi Serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî civiya bû.
کوردستان TV
100%

îro civata wezîran ya herêma Kurdistanê bi Serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî civiya û piştî civînê jî Serokwezîr wisa nivîsand;

Îro me gerînendetiya civîna civata wezîran ya herêma Kurdistanê kir.

Di destpêka civînê de me balkêşande ser beşdarî û civînên şanda herêma Kurdistanê ya di komcivîna cîhaniya hikûmetan ya li bajarê Dubayî li Îmaratê yaku, rojên 12 û 14ê Sibatê hatibû lidarxistin.

Ev çend sale şanda hikûmeta herêma Kurdistanê di asteke bilind de beşdarî di vê komcivîna han de dike û bi awayeke gerim tê pêşwazîkirin. Îsal jî şanda hikûmeta herêma Kurdistanê çend civîn û hevdîtinên gelek girîng di çarçoveya vê komcivîna han de pêk anî û me gotara sereke jî di komcivînê de pêşkêş kir û di gotarê de balkêşande ser girîngiya çareser kirina kêşeya Kurd weke beşek ji prosesa çareser kirina kêşeyên Rojhilata Navîn.

Di rojeva yekem ya civînê de me giftûgo derbarê proje biryarekê de kir ku, bi armanca yekxistina risûmat, kirê û têçûya taybet bi tomar kirina kompaniyan li herêma Kurdistanê de bi awayek ku, asankarî pêşkêşî Karsaz, Bazirgan û hêlbirêner li herêma Kurdistan û afirandina jîngeheke baştir û asantir bo ava kirina kompaniyan bi têçûyeke kêmtir û di demeke kêm de û bidûr jî rûtîniyat û birokirasiya îdarî, ku, ev jî bi rêya dîcîtalîzekirina xizmetgozariyan û cîhbicîh kirina daxwazan û asan kirina erkê ser milê wan ciwanan ku, dixwazin karê bazirganî û dahênanê bikin bi taybetî di warê karasanî kirin bo pêdana bac bo kompaniyên nû, mijara bîmeya civakî û parastina milkdariya hizirî û hizra dahênanê hatiye amadekirin.

Piştî giftûgoyeke berfire civata wezîran xişteya nû ya wan risûmatên têkildar bi damezrandin û tomarkirina kompaniyan pejrand û piştî belav bûnê li rojnameya fermî ya Kurdistanê vê bikeve meriyetê.

Di rojeva duyem ya civînê de ku, taybet bû bi venêrîn kirin bi kerta bac li herêma Kurdistanê de û diyarîkirina kêşe, derfet û çareserî, di destpêkê de birêveberê giştî yê bacan li wezareta darayî û abûrî birêz Kemal Wertê ku, bo vê mebestê bo civînê hatibû wexwandin raportek pêşkêş kir. Di raportê de behsa rewşa niha ya bac hatibû kirin û balkêşandibû ser tevahiya reformên ku, ji aliyê kabîneya 9an de di vê warî de hatine kirin bi armanca yekxistina bacan bi liber çav derbas kirina bingehên dadmendiyê di warê pêdana bac bêyî ku, ti bacek were zêdekirin anjî rêjeya vê were zêdekirin belku, rêjeya bac her weke xwe ye û ti guhertin têde nehatine kirin û tişta hatiye kirin rêkxistin, yekxistin û rêkar û prosesên wergirtina bac û cîhbicîh kirina mekanîzma nû û goncaw bo pêşî girtin ji xwe vedizîn ji dana bac û nehêştina jêrazîbûna derqanûnî di warê pêdana bac û herwiha dîcîtalîzekirina xizmetgozariyan û kêmkirina birokorasiyê ye.

Li gorî ku, bac yek ji dahatên girîng yên herêmê ye yek xistin û rêkxistina bac jî bandoreke gelek mezin li ser geşe kirina darayî û qebareya xizmetgozariyan û bikaranîna dahatan ji xerciyên giştî û pir kirina kurtanînê dibe. Di vê derbarê de jî civata wezîran tekez kir ku wezareta darayî û abûrî lazime di çarçoveya karnameya reformên kabîneya 9an de, berdewam be li ser reform û guhertinan di nava sîstema bacê  û xwevedizîn ji danabac û lazime ev sîstema han bi awayek were rêkxistin ku, bibe sedema geşe pêdana abûrî û di xizmeta welatiyên herêma Kurdistanê de be û rewşa jiyana welatiyan li ber çav bigire û nebe sedema bargiranî li ser kasibkar û karsazan.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.