Balefirên Tirkiyeyê êrîşî ser vê gundê kirine.
Li gor zaniyariyên ku, Peyamnêrê me dane, duhê bişev balefirên şer yên Tirkiyeyê bi hinceta hebûna çekdarên PKK êrîşî ser gundê Kafiyan ya li devera Dînarte ya li Akrê kirine.
Di encama bordimana han de 2 welatiyên medenî canê xwe ji dest dane û du welatiyên din jî birîndar bûne.
Peyamnêrê me eşkere kiriye ku, ev çar welatiyên medenî bi mebesta serdan kirina bax û darên xwe çûne gundê Kafiyan ku, gundeke valaye û balefirên Tirkiyeyê jî êrîşî ser wan kirine û di encam de du welatî canê xwe ji dest dane û 2 welatiyên din jî birîndar bûne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin