Bi minasebeta 71 saliya damezrandina wan peyameke pîrozbayî pêşkêş kiriye.
Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî bi boneya salvegera damezrandina Yekîtiya Xwendekaran û Yekîtiya ciwanên Demokrat yên Kurdistanê, pîrozbahî li Sekreter, Buroya Sekreteriyetê û hemû endamên her du yekîtiyan kir.
Cîgirê Serokê PDKê Mesrûr Barzanî peyamek di bîranîna 71 saliya damezrandina Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê û Yekîtiya ciwan Demokrat yên Kurdistanê de belav kir û tê de nivîsandiye; Pîrozbahiyek germ pêşkêşî Sekreter, Buroya Sekreteriyetê û hemû endamên Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê û Yekîtiya ciwanên Demokrat yên Kurdistanê dikim û hêviya serkeftin, pêşkeftina zêdetir û pêşengbûnê ji wan re dixwazim.”
Di berdewamiya peyama xwe de Mesrûr Barzanî nivîsandiye; Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê û Yekîtiya ciwanên Demokrat yên Kurdistanê roleke wan a girîng û dîrokeke wan a geş di bidestxistin û parastina mafên xwendekar û ciwanan, pêşxistina hizra niştimanperwerî, bilindkirina şiyan û asta zanistî ya xwendekar û ciwanên Kurdistanê û parastina destkeftên neteweyî de hene.”
Di peyama xwe de Mesrûr Barzanî nivîsandiye; Hêvîdar im ku her du yekîtî di kar û amadekariyên bestina kongreyê de serkeftî bin û di jêr serkirdayetiyek nû û bihêz de, guhertinên rîşeyî û nûjen di riya tekoşîna rêxistinî ya Yekîtiya Xwendekaran û Lawên Demokrat ên Kurdistanê de bikin û ber bi qonaxeke pêşdetir ve bibin, bi awayekî ku di asta pêşkeftin û guhertinên niha yên Kurdistanê û cîhanê de bin û bi giyaneke dahênerane berdewam bin di pêşdebirina şiyanên xwendekar û ciwanên Kurdistanê de, bi sûdwergirtin ji pêşketinên serdemê, ji bo bikarin bi baştirîn şêwe xizmeta welatê xwe bikin.”
Cîgirê Serokê PDKê Mesrûr Barzanî di dawiya peyama xwe de nivîsî: “Salvegera 18ê Sibatê pîroz be û her serkeftî bin.”
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin