Serokwezîr li gel Serokê dewleta Îmaratê civiya.
Di çarçoveya civîn û hevdîtinên xwe yên li Dubayî de îşev Serokwezîr Mesrûr Barzanî li gel Serokê dewleta Îmaratê civiya û piştî civînê jî Mesrûr Barzanî wisa nivîsand;
Îro li bajarê Dubayî li gel Cîgirê Serokê dewleta Îmaratê û Serokê civata wezîran û Hakimê Mîrgeha Dubayî birêz xwedan şiko Şêx Mihemed Bin Raşid Almektûm civiyan.
Di civînê de ku, Cîhnişînê Dubayî birêz Şêx Hemdan Bin Mihemed Bin Raşid, Cîgirê yekem yê Hakimê Dubayî birêz Mektûm bin Mihemed bin Raşid û hijmareke din ji rayedarên bilind yên Îmaratê têde beşdar bûn, me giftûgo derbarê pêşde birina têkiliyên navbera herêma Kurdistan û Îmaratê de kir.
Me spasiya piştîvaniyên berdewam yên dewleta Îmaratê bo hikûmeta herêma Kurdistanê kir.
Xwedan şiko Şêx Mihemed bin Raşid kêfxweşiya xwe ya li hember beşdariya şanda herêma Kurdistanê di komcivîna cîhanî ya hikûmetan ya li Dubayî diyar kir û amadebûna welatê xwe jî bo pêşde birina têkiliyên du alî di warên curbicur de diyar kir.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin