16 tîmên cuda cuda di amadebaşiyê dene.
Li gor zaniyariyên meterolojiyê vê îro danê êvarê pêleke baranbarîna bixor li herêma Kurdistanê destpê bike.
Herwiha pisporên meterolojiyê jî huşdar didin û dibêjin tedbîrên pêwîst bistînin jiber egera rabûna lehiyan heye.
Li ser wan şîretan Walîtiya Hewlêrê jî ragihand ku, amadekariyên pêwîst bo rûbirû bûna lehiyê û her egereke din hatine kirin û tenê li Hewlêrê 16 tîm û navendên hawar hatine ketine amadebaşiyê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin