Serokwezîr li gel Emîndarê giştî yê Komkara Erebî civiya.
Îro li Dubayî Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Emîndarê giştî yê Komkara Erebî civiya û piştî civînê jî wisa nivîsand;
Di çarçoveya beşdarî kirin de komcivîna cîhanî ya hikûmetan de li Dubayî li gel Emîndarê giştî yê Komkara Erebî birêz Ehmed Ebû Xeyit civiyan.
Me giftûgo derbarê rewşa giştî ya Îraq, deverê û pêşde birina têkiliyên navbera Komkara Erebî û herêma Kurdistanê de kir.
Me spasiya helwesta Komkara Erebî ya bo şermezar kirina êrîşên mûşekî yên vê dawiyê yên bo ser Hewlêrê kir.
Emîndarê giştî yê Komkara Erebî belakêşande ser rola girîng ya herêma Kurdistanê û rêzdariya xwe ya li hember pêgeha girîng, xebat û têkoşanda cenabê Serok Barzanî diyar kir.
Her di heman civînê de me tekez li ser girîngiya parastina asayîş û aramiya herêma Kurdistan û Îraqê bi giştî kir.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin