Malpera parlementoya Îranê hatiye hackkirin.
Li gor çapemeniya Erebî îro komeke hacker êrîşî ser malper û dezgehên çapemeniya parlementoya Îranê kirine.
Di encama êrîşa han de malpera fermî ya parlementoya Îranê ji kar ketiye û gelek belgenameyên fermî û nihênî yên rejîma Îranê û navên gelek sîxorên rejîmê hatine belavkirin.
Êrîş ji aliyê komeke Îranî bi navê raperîn heta hilweşandina rejîmê ve hatiye kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin