Li Dubayî gotarek pêşkêş kir.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî di komcivîna cîhanî ya hikûmetan de gotarek pêşkêş kir ku, ev jî beşek ji vê gotara han e.
Ez dilxweş im ku îro li destpêka vê civîna hizirmend û serkirdeyên cîhanî ji were diaxivim. Ev çalakî hevnerînan dicivîne, ew kesên ku li ser baştirkirina civakê û mirovatiyê pabend in. Bi rêkxistin û civandina baştirînan, ev derfetek e ji bo lihevguhertina hiziran, di peydakirina aso û rêyên nû de ji bo ku em şiyanên xwe biceribînin û baştir bin. Ev jî qebxwaziyek e û divê em hemî li ber çav werbigirin.
Ez îro wekî Serokwezîrê Herêma Kurdistana Îraqê ji were diaxivim. Ew herêma ku bi dirêjahiya du dehsalên borî kariye xwe di nav bermayîkên Îraqa berê de rêk bixe. Ez wekî kesekî ji were diaxivim ku mil bi milê xwediyên biryaran ên devera me ya xweşevî rawestiyame û em pêkve berhingarî gelek qebxwaziyan bûne.
Em hemî bi rengekî ji rengan fêr bûn ku li ber sîbera alozî û girjiyan û gelek ji wan qeyranan bijîn, ku bi kêmî ve bi dirêjahiya çend dehsalên borî pêdivîtî bi birêvebirineka hekîmane hebû.
Şer, eşqîbûn, sextî û nebûna seqamgiriya aborî, bi mixabinî ve bûne pareka pêkhata me, nabe ku em poşmanî wê xerciyê bibin a ku ji verêja wan qebxwaziyan li ser astê geşepêdana civakî û aborî berhingarî me bû.
Lê di danûstandinên min û xwediyên biryaran ên Rojhilata Navîn û derve de, ez bi hebûna xwastekekê ji bo rizgarbûna ji nexweşiyên me yên hevpar ên dema borî hesiyam.
Li sernaserî devera me xwastek û îradeyek ji bo pêşkeftinê heye, eşkere jî bûye. Guhertin ne tenê pêdivî ne, belkî zerûreteka vebir in jî. Çi li ser astê kitekesan an jî li ser astê civakê, çavê gelên cîhanê li wê yekê ye ku biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin. Mafê çarenivîsê palderekê serekî ye ji bo xwezaya mirovan, pêdivîtiya me bi dabînkirina jîngehekê heye ku welatî bikarin tê de bi asodeyî bijîn.
Bi dîtina min, li vê derê çar pêngav ji bo wê pêşkeftinê hene ya ku em hemî bizavê jê re dikin, ew jî ev in: seqamgiriya siyasî, ewlehî, pêşkeftina aborî û berhingarbûna guhertinên jîngehê. Ev çend pirsên aloz in, lê pêdivîtiya çarekirina wan jî bi rêbazên girêdayî her yek ji wan heye.
Goman tê de nîne ku hejmareka mijarên ciyosiyasî li devera me ji bo demeka dûr û dirêj li nav sebeta arêşeyan hat danan, lê em çima piştguh bixin? Hebûna wêrekiyê ji bo biryardanê di dema hebûna arêşeyan de pêngava yekê ye ber bi çarekirina arêşeyê bi xwe ve.
Ew qeyrana em li Filistînê dibînin ji bo gelek ji me heta radeyekî cihê nîgeraniyê ye. zirarên wê yên mirovatî li ser welatiyên sivîl gelek giran in. Eger berî 80 salan serederî bi mafên bingehîn ên Filistîniyan re hatiba kirin an jî li wan dehsalên di dû re hatine, hingê derfeta rûdana van nexweşiyên em niha dibînin kêmtir dibû, lê li şûna vê yekê, ew pirs hat piştguhxistin û aloztir bû, di demekê de ku xwediyên berjewendiyan ew valahî wekî derfetekê ji bo ecêndaya xwe bi kar anî.
Em dikarin eynî pênaseyê ji bo gelê Kurd jî bikin. Me jî daxwazeka rewa heye ji bo biryardanê li ser mafê çarenivîsê. Dost û hevpeymanên me itîraf bi wî mafî kiriye, lê di eynî demê de ji me re dibêjin, zerûretên siyasî astengan dixin di rêya arîkariyên wan de û rêyê li dadperweriya dîrokî digirin.
Daxwaz ji me tê kirin ku em vê nedadperweriyê bipejirînin, di demekê de ku ew nedadperwerî bûye xwarinek ji bo newekheviyê, hejariyê, gendeliyê û neseqamgiriya siyasî. Ji bo ku welatî û civak û aliyên dî yên civakê bi vî rengî dilsoziya xwe ji wan re diyar bikin, pêdivî ye hest bikin ku pareka dadperweriya xwezayî bi dest xistiye. Divê rê pê bê dan ku li dû şertên xwe yên taybet nexşeyê paşeroja xwe bikêşin. Nabe ku çi kesek ji rêzgirtina li mafên neteweyan bitirse, an jî wekî rewşa me ji mafên gelan bitirse. Rêzgrtina li wan mafan seqamgiriyê bihêz dike û pêşveçûnê peyda dike.
Li ser astê ewlehiyê, pêdivîtiya me bi bizavên zêdetir e ji bo çarekirina ewlehiya me ya giştî. Arîkariya me ya herêmî ji bo şkandina DIŞIê mênakek e ji bo ku feyde jê bê wergirtin ku çawa armancên xwe bi dest bixin û çawa aqildar dikarin mil bi milê hev rabiwestin.
Li gel zêdetirbûna girjiyan li Xezze, Îraq, Sûriye û Deryaya Sor, bizav bûne pêdivîtiyeka vebir ji bo ku pilaneka nû ji bo parastina berjewendiyên niştîmanî û herêmî û cîhanî bê danan.
Divê em berhingarî wan bibin ên ku gefan li cîranên xwe dikin û ji bo berjewendiyên xwe bizavê ji bo şerî dikin. Divê ew wekî berpirs bên nasandin. Nabe ku civaka navdewletî li bernaberî çavkaniyên gefan nerm be, xwe eger ew gef li gel berjewendiyên taybet jî dijyek bin.
Li ser astê herêmî jî, em ji ber helwestên xwe baceka gelek giran didin. Niha dever berhingarî awayekê cuda yê qeyranan bûye. divê em hemî bi hev re ji bo parastina ewlehî û seqamgiriya herêmî kar bikin. Em bê behane hatine armanckirin. Divê ev şerxwazî bê rawestandin. Wekî ku min pêştir jî gotiye, li vê derê û li paytextên dî jî, Kurdistan qet li ser çi kesekî nebûye gef. Em fakterê aştiyê û seqamgiriyê ne. Em dixwazin reftara herêmî li ser bingeha rêz û berjewendiyên hevpar be.
Em pêşbîniya piştevaniyê dikin û pêdivîtiya me bi karên hevpar heye, ji bo berhingarbûna gefên ewlehiyê yên metirsîdar ku mimkin e hemî destkeftiyên me nehêle.
Bila ev demeke dîrokî be, serkirde tê de bikarin bi rêya wê li hemî cihanê sinorekî jê re dabinin. Pêdivîtiya me bi çareyeka herdemî ji bo arêşeyên eşkere heye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin