Dibin avahiya NY de tonel hatine lêdan.
Artêşa Îsraîlê îro yekşem ragihand ku, hêzên wan li Xezeyê karîne du tonelên nû yên Hemasê keşif bikin.
Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê de hatiye diyarkirin ku, tonelên han 500 metre dirêjin û her yek ji wan xwedan 10 deriye û di bin avahiya ajansa hevkarî ya Netewên Yekgirtî de hatine lêdan.
Di beşeke din ya vê daxuyaniya han de hatiye eşkere kirin ku, yek ji deriyên wan tonelan bo nava ajansa hevkariya Netewên Yekgirtî hatiye lêdan û çapemeniya cîhanî jî bi hevkariya artêşa Îsraîlê kariye dêmenên wan tonelan tomar bike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin