Korê Îsmaîl Heniyeye.
Wezareta tendirostî ya Felestînê eşkere kiriye ku, Hazim Îsmaîl Heniye ku, korê Serokê basikê siyasî yê Hemasê Îsmaîl Heniyeye hatiye kuştin.
Di daxuyaniya wezareta tendirostî ya Felestînê de hatiye gotin ku, Hazim duhê di encama bordimaneke belafirên Îsraîlê de li Xezeyê hatiye kuştin.
Ji aliyeke din ve wezareta tendirostî ya Felestînê diyar kiriye ku, di nava 127 rojan de bi giştî 28 hezar û 64 kes li Xezeyê hatine kuştin û nêzî 68 hezar kesên din jî birîndar bûne.
Ji aliyeke din ve artêşa Îsraîlê jî xwe bo êrîş kirine ser navçeya Refeh amade dike û welatên derdorê jî li hember vê yekê dilgiraniya xwe diyar kirine.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin