Israîl: Amadekariya şerê hizbulahê dikin

dibêje amadekariyên me ber bi dawiyê ve diçin.
کوردستان TV
100%

Fermandarê Fermandariya bakûr ya artêşa Îsraîlê ev yek eşkere kiriye.

Şerê navbera Îsraîl û Hemasê nêzî 4 mehe didome û Îsraîl xwe bo şerê dijî hizbulaha Libnanê jî amade dike.

Di vê derbarê de Fermandarê Fermandariya bakûr ya artêşa Îsraîlê Jeneral Ori Gordin diyar kiriye ku, rixmî berdewamiya şerê dijî Hemasê, artêşa Îsraîlê xwe amade dike daku, êrîşî ser hizbulahê jî bike.

Jeneral Ori Gordin diyar kiriye ku, armanc ji şerê dijî hizbulahê dûr xistina çekdarên hizbulahê ye ji sînorên Bakûrê Îsraîlê û dabîn kirina aramiya bakûrê welat û vegerandina ewle ya şêniyên deverê ye û niha qonaxa xwe amadekirinê ber bi dawiyê ve diçe.

Nûçe Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.