Mesrûr Barzanî: Îraq pêdiviya xwe bi hêzên Amerîkî heye

dibêje rengê metirsiyên li ser Îraqê hatiye guhertin.
مەسرور بارزانی
کوردستان TV
100%

Li gel NBC hevpeyvîn kiriye.

Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî hevpeyvînek li gel kanala NBC ya Amerîkî kiriye û di hevpeyvîna han de Serokwezîr Mesrûr Barzanî behsa çend mijarên girîng kiriye.

Yek ji wan mijaran ku, Mesrûr Barzanî behsa wan kiriye mijara vekêşîna hêzên Amerîkî yên li Îraqê ye û ragihandiye ku, Îraqê pêdiviya xwe bi hêzên Amerîkî heye û heta niha Kurdistan bi ti awayî daxwaza vekêşîna hêzên Amerîkî nekiriye û nake.

Mesrûr Barzanî diyar kiriye ku, gefên DIŞI û rewşa heyî ya Îraqê yaku, pir metirsîdar û aloze, wisa dixwaze ku, hêzên Amerîkî li Îraqê de bimînin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî behsa êrîşên rejîma Îranê yên bo ser Hewlêrê jî kiriye û ragihandiye ku, dema em dibêjin pêdiviya me bi Amerîkayê heye ne bi vê wateyêye ku, hêzên zêdetir yên Amerîkî li deverê de hebin belku, bi vê wateyêye ku, lazime Amerîka hevkariya me û hêzên pêşmerge bike daku, bikaribin berevanî ji xwe, welatê xwe û ev kesên ku, li herêma Kurdistanê dene bikin û bo vê yekê jî me pêdivî bi hevkarî û hemahengiyeke zêdetire li gel Amerîkayê.

Mesrûr Barzanî di berdewamiya hevpeyvîna xwe de diyar kiriye ku, rixmî cîhbicîh kirina tevahiya pêbendiyan ji aliyê herêmê ve lê heta niha hikûmeta federalî mûçe, bûdce û para Kurdistanê neşandiye lewre herêm û şêniyên herêmê rastî kêşeyên mezin hatine û ev yek jî bandor li ser kar û xebatên kompaniyên biyanî yên li herêma Kurdistanê de kiriye.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.