Şanda Serokatiya herêmê civînên xwe li Amerîkayê didomîne

Amerîka û Kurdistan têkiliyên xwe berfiretir dikin.
کوردستان TV
100%

Duhê jî li gel hijmareke zêde Senatorên Amerîkî civiya.

Şanda Serokatiya herêma Kurdistanê yaku, ev çend roje li Amerîkayê ye civîn û hevdîtinên xwe yên li gel rayedarên Amerîkî didomîne.

Di vê çarçoveyê de şanda Serokatiya herêma Kurdistanê duhê çarşem li gel hijmareke zêde Senatorên Amerîkî yên ji komîteya têkiliyên derve, komîteya leşkerî, komîteya darayî û komîteya îstîxbaratê ya Senatoya Amerîkayê civiya.

Di civîn û hevdîtinan de hevdem li gel giftûgo kirin derbarê rewşa giştî ya deverê de behsa rewşa herêma Kurdistan û Îraqê, têkiliyên navbera Kurdistan û Amerîkayê jî hatiye kirin û behsa derfetên heyî yên bo berfiretir û bihêztir kirina têkiliyên navbera Kurdistan û Amerîkayê jî hatiye kirin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.