Li gel wezîrê berevanî yê Tirkiyeyê civiya.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel wezîrê berevanî yê Tirkiyeyê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr Mesrûr Barzanî derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;
Îro me pêwşaziya wezîrê berevanî yê Tirkiyeyê birêz Yaşar Guler kir.
Di civînê de me giftûgo derbarê rewşa giştî ya Îraqê û pêşde birina têkiliyên du alî kir û tekez li ser girîngiya berdewam bûna hemahengî û hevkariya hevbeş bo parastina aramiya herêma Kurdistan, Îraq û deverê kir.
Wezîrê berevanî yê Tirkiyeyê jiber can ji dest dana qurbaniyên êrîşa ser Hewlêrê sersaxiya xwe gehande me û ragihand ku, ti hinceteke ev êrîşa han tuneye.
Me jî behsa xwesteka herêma Kurdistanê ya bo pêşde birina têkiliyan li ser esasê cîrantiya baş û berejwendiyên hevbeş kir û tekez li ser vê yekê kir ku, herêma Kurdistanê weke her tim faktereke ewlekarî û aramiyê dibe û rê nade bibe sedema gef û metirsiyan bo ser cîranan.
Girîngiya cîhbicîh kirina rêkeftina Şingalê, normal kirina rewşa vê deverê û vegerandina awareyan bo cîhên xwe mijarên din yên vê civînê bûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin