Netanyahu: Em Bepirsên Hemasê yek bi yek dikujin

dibêje vê sînorên Misirê jî kontrol bikin.
کوردستان TV
100%

Dibêje şerê heyî vê çend mehan bidome.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahu duhê di civînekê de gotarek pêşkêş kiriye û behsa şerê dijî Hemasê kiriye.

Netanyahu ragihandiye ku, şer li Bakûrê Xezeyê gehêştiye armancên xwe û li Bakûrê Xezeyê tiştek bi navê Hemasê nemaye û şer niha li başûrê Xezeyê didome û eger heye heta çend mehên din berdewam be.

Serokwezîrê Îsraîlê diyar kiriye ku, vê deriyên sînorî yên li gel Misirê jî ji aliyê Îsraîlê ve werin kontrolkirin û Îsraîl piştî wan merheleyan vê dest bi kuştina yek bi yek ya berpirsên Hemasê bike.

Nûçe Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.