Îdrîs Barzanî di 37emîn salvegera wefata xwe de tê bibîranîn

dahênerê dîplomasiya nûjen ya Kurd bû.
کوردستان TV
100%

Bi ser wefata Îdrîs Barzanî de ku bi tîpên zêrîn navê xwe di dîroka têkoşîna Kurdistanê de tomar kir, 37 sal derbas bûn.

Îdrîs Barzanî di Adara 1944an de wek kurê mezin ê Mela Mistefa Barzanî ji dayîk bûye. Di 2 saliya xwe de tevî bavê xwe ji bo avakirina Komara Kurdistanê ya Mehabadê koçî Rojhilatê Kurdistanê (Rojhilat) dike.

Barzanî di sala 1947an de bi hilweşîna Komara Kurdistanê li Mehabadê çû Yekîtiya Sovyetê. Piştî ku Îdrîs Barzanî li Bexdayê dest bi xwendina xwe kir, di sala 1958an de piştî vegera Mela Mistefa Barzanî derbasî Başûrê Kurdistanê bû.

"Wî bi rola xwe di şerê Hindirenê de nav û deng çêkir"

Îdrîs Barzanî, yek ji kesayetên bibandor ê Şoreşa Îlonê ku di sala 1961ê de dest pê kir, bi taybetî bi rola xwe di şerê Hindirênê de navdar bû. Barzanî piştî ku şoreş bi lihevkirina serkirdayetiya Kurdistanê bi rejîma Baas re temam bû, hewlên cidî ji bo yekrêziya Kurdan da.

Îdrîs Barzanî di 31ê Çileya 1987an de li gundê Sîlvana yê Urmiyê koça dawî kir û li goristana bajarê Şino ya Rojhilat li kêleka bavê xwe hat veşartin.

Cenazeyên Îdrîs Barzanî û Mele Mistefa piştî serhildana 1991’ê anîn Başûrê Kurdistanê û li gundê Barzan ê Duhokê hatin definkirin.

Îro 37sal bi ser wefata Îdrîs Barzanî re derbas bûn. Têkoşîn û dilsoziya wî ya ji bo doza Kurdistanê hê jî di hişê me de maye.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.