2 welatiyên din yên Kurd hatin girtin.
Li gor nûçeyeke nûçeyeke navenda mafên mirovan ya Hengawê duhê li xaleke kontrolê ya li bajarê Pawe, hêzên ewlekarî yên rejîma Îranê du welatiyên Kurd binçav kirine.
Hengawê diyar kiriye ku, hêzên ewlekarî di dema girtina wan welatiyan de tundî bikar anîne û piştî girtinê jî bo cîheke nediyar hatine veguhastin û heta niha çarenivîsa wan nediyare.
Weke tê zanîn beriya du rojan jî li bajarê Kerecê 4 girtiyên siyasî yên Kurd ji aliyê rejîma Îranê ve hatibûn îdamkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin