Piraniya îdamkiriyan welatiyên Kurdin.
Li gor raporteke komîteya mafên mirovan ya ser bi Netewên Yekgirtî li Îranê îdam kirina welatiyan berdewame û rejîm mafê mirovan binpê dike.
Di raporta han de hatiye diyarkirin ku, tenê di nava 21 rojan de li Îranê 54 welatî ji aliyê rejîma Îranê ve hatine darvekirin.
Ji aliyeke din ve li gor raport û amarên herêmî piraniya kesên îdamkirî welatiyên Kurdin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin