Serok Barzanî dibêje ev tawana han zilmeke gelek mezine derheq bi gelê Kurd hatiye kirin.
Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya malbet û kesûkarên şehîd Pêşrew Dizeyî kir ku, jiber êrîşa rejîma Îranê ya bo ser Hewlêrê li gel keça xwe ya temen 11 mehî Jîne Dizeyî şehîd bibû.
Di civînê de Serok Barzanî dubare sersaxî da malbeta Dizeyî û ragihand ku, ev tawana han zilmeke gelek mezin ku, derheq bi gelê Kurd hatiye kirin.
Her di heman civînê de kesatiyê diyar û têkoşerê kevnar yê Kurdistanê Muhsên Dizeyî ku, dibe mamê Pêşrew Dizeyî jî spasiya piştîvaniyên berdewam yên Serok Barzanî kir ku, her ji roja yekem ya tawana han heta niha ev xem û keser weke xem û kesera xwe dîtiye û spasiya Serok Barzanî jî kir ku, beşdarî di merasîma veşartina cenazeyên şehîdên vê tawana han kiriye.
Di berdewamiya civînê de Ebdula Mecîd Dizeyî jî li ser navê malbeta şehîd û her sê birayên din yên xwe rêzdariya xwe bo Serok Barzanî diyar kir û soz da ku, li ser rêya şehîd Pêşrew Dizeyî bo pêşde birin û avedan kirina Kurdistanê berdewam bin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin