Dibêje komên çekdar bo ser Amerîka û Îraqê jî metirsîne.
Wezareta derve ya Amerîkayê ragihandiye ku, hêzên leşkerî yên Amerîkayê yên li Îraqê dimînin û Amerîka naxwaze di wan demên nêz de hêzên xwe yên li Îraqê vekêşe.
Di daxuyaniya wezareta derve ya Amerîkayê de hatiye eşkere kirin ku, liv û tevgerên komên çekdar yên Îraqî yên ser bi Îranê û herwiha hebûna DIŞIê jî hem bo ser Amerîka û him jî bo ser Îraqê hîn jî metirsiyên gelek mezinin lewre Îraq û Amerîka bo rûbirû bûna wan metirsiyan lazime têkoşîna xwe ya hevbeş bidomînin û bo vê yekê jî Amerîka naxwaze di wan demên pêş de hêzên xwe ji Îraqê vekêşe.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin