Li devera Amêdî bi hajekan êrîşî ser xaleke zirêvanî kiriy.
Wezareta navxwe ya hikûmeta Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û di daxuyaniya han de nûçeyeke çapemeniya pkk red dike.
Wezareta navxwe eşkere kiriye ku, çapemeniya pkk behsa vê yekê kiriye ku, qaşo hêzên zirêvanî êrîşî ser wan kirine, ev nûçe dûre ji rastiyê û evê ku, êrîş kiriye pkkye.
Di daxuyaniya wezareta navxwe de hatiye diyarkirin ku, pkk rêz ji dezgehên fermî û destûrî yên herêma Kurdistanê nagire, bi dehan km dûrî sînorê Tirkiyeyê li devera Amêdiyê zêdegavî li ser xaleke hêzên zirêvanî kiriye û pişt re jî bi hajekan êrîşî ser vê xala han kiriye û hêzên pêşmerge jî di nava xala han de tenê berevanî ji xwe kirine.
Di beşeke din ya daxuyaniya han de wezareta navxwe dilgiraniya xwe li hember vê yekê ku, pkk bûye beşek ji planeke herêmî ya li dijî herêma Kurdistanê diyar kiriye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin