Li gel balyozê Brîtanyayê yê li Îraqê civiya.
Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya balyozê Brîtanyayê yê li Îraqê Stephen Hitchen kir ku, bi mebesta gehandina hevsozî û hevxwemiya Brîtanyayê bo gelê Kurdistanê ya li hember şehîd bûna welatiyên medenî di encama êrîşa Îranê ya bo ser Hewlêrê şehîd bibûn.
Di civînê de balyozê Brîtanyayê diyar kir ku, welatê wî rêz ji parastina yekparçeyî û serweriya axa Îraqê digire û nabe Îraq û herêma Kurdistanê bibin qada tundîtiya navbera welatên deverê û lazime Îraq û welatên deverê rêz ji serweriya hev û du bigirin.
Serok Barzanî jî spasiya hevsozî û piştîvaniya balyoz û hikûmeta Brîtanyayê kir û bi navê gelê Kurdistanê û malbetên şehîd û qurbaniyên êrîşên ser Hewlêrê jî spasiya gel û hikûmeta Brîtanyayê kir û tekez li ser vê yekê kir ku, hertim xwestine û dixwazin têkiliyên baş, dostane û bihêz di navbera herêma Kurdistan û Îraq û welatên cîran li ser esasê rêzgirtina hevbeş hebin.
Serok Barzanî behsa vê yekê kirk u, ev êrîşa ku, ji aliyê spaha pasdaran ya Îranê ve bo ser Hewlêrê hatiye kirin ti hinceteke rast ya vê tuneye û zilimeke mezine ku, derheq bi gelê Kurdistanê hatiye kirin û binpê kirina serweriya axa Îraq û herêma Kurdistanê bû.
Serok Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de balkêşande ser vê yekê ku, bi wan êrîşan îradeya gelê Kurd nayê şikandin belku, bihêztir dibe.
Serok Barzanî anî ziman ku, ti carî naxwazin alozî û nakokî li deverê de hebin û naxwazin têkilî li gel ti welatek têk biçin beruvajî dixwazin xwedan têkiliyên hevseng û dostane bin û em serê xwe bo biryar û siyaseta xwe feriz kirinê ya ti aliyekê natewînin û dev ji buha û nirxên bilind û pîroz yên xwe û doza rewa ya gelê xwe nabin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin