Bi hezaran Kurdistanî dijî rejîma Îranê xwepîşandan kirin.
Xwepîşandanên Kurdistaniyan li dijî hajekbaran kirina Hewlêrê ji aliyê rejîma Îranê ve didomin.
Di vê çarçoveyê de jî îro bi hezaran welatiyên Kurd li bajarê Şêxanê daketin qadan û êrîşa terorîstî ya rejîma Îranê mehkûm kirin.
Di xwepîşandana îro ya Şêxanê de welatiyên Mesîhî û Êzidî jî beşdar bûn û wan jî rejîma Îranê mehkûm û şermezar kirin.
Weke tê zanîn di encama êrîşên terorîstî yên hefteya derbasbûyî yên rejîma Îranê bo ser Hewlêrê 4 welatiyên medenî ku, yek ji wan Jînaya 11 mehî bû şehîd bibûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin