Xwepîşandanên dijî rejîma Îranê jî didomin.
Îro li girtîgeha Qizilhesar ya li Kerecê rejîma Îranê welatiyekî din yê Kurd bi navê Ferhad Selîmî îdam kir.
Ferhad Selîmî ev welatiyê Kurd yê ku, 14 sal bû di nava girtîgehên rejîma Îranê de hatibû girtin, îro danê sibê li girtîgeha Qizil Hesar ya li bajarê Kerecê hatiye îdamkirin.
Her îro welatiyekî din yê Kurd yê ku, di xwepîşandanên şoreşa jin jiyan azadî de hatibû girtin ji aliyê rejîma Îranê ve li heman girtîgehê hatiye îdamkirin.
Ji aliyeke din ve xwepîşandanên Kurdistaniyan li dijî êrîşên rejîma Îranê bo ser Hewlêrê berdewamin û civaka cîhanî jî bi tundî êrîşên rejîma Îranê mehkûm dikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin