Ji aliyê rejîma Îranê ve îro hatiye îdamkirin.
Li gor nûçeyeke navenda mafên mirovan ya Hengawê rejîma Îranê îro sêşem girtiyê Kurd Mihemed Qubadlû yê temen 23 sal îdam kiriye.
Muhemed Qubadlû ku, di çarçoveya şoreşa jin jiyan û azadî ya dijî rejîma Îranê de hatibû girtin, piştî derbas bûna zêdetir ji salek eşkence û lêdanê li girtîgehên rejîm, rastî nexweşiya derûnî hatibû û rixmî vê ku, nexweş jî bû îro ji aliyê rejîma Îranê ve li girtîgeha Qizil Hesar ya li bajarê Kerecê hate îdamkirin.
weke tê zanîn ev 11mîn welatiyê Kurde ku, ji aliyê rejîma Îranê ve di salekê de têne îdamkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin