Rejîma Îranê berdewame li ser kuştina welatiyên Kurd

di nava du rojan de du welatiyên Kurd hatine kuştin.
کوردستان TV
100%

Di du rojan de du welatiyên Kurd hatine kuştin.

Li gor nûçeyeke navenda mafên mirovan ya Hengawê hêzên çekdar yên rejîma Îranê li bajarê Birocerdê ya li Parêzgeha Loristanê êrîşî ser keçeke Kurd ya Xwendekar bi navê Anahîta Emîrpûr kirine û vê kuştine.

Anahîta temen 20 salî li gel keçeke din di nava tirimbîlekê de bûne û çekdarên rejîma Îranê gole li ser wan reşandine û di encam de Anahîta canê xwe ji dest daye.

Her çend heta niha sedema kuştina Anahîta nehatiye zanîn lê behsa vê yekê tê kirin ku, hêzên ewlekarî û çekdar yên rejîma Îranê zext li ser malbet û kesûkarên Anahîta kirine daku, bi bêdengî termê vê veşêrin û ti cara behsa vê û kuştina vê nekin.

Herwiha Hengawê diyar kiriye ku, êvara roja îna derbasbûyî li Sînorê Newsûdê ya li Hewramanê jî çekdarên rejîma Îranê êrîşî ser karwaneke Kolberên Kurd kirine û di encam de Kolberekî Kurd y ê temen 40 sal bi navê Sadiq Mîrzayî hatiye kuştin.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.