Xwepîşandanên dijî rejîma Îranê didomin

di encama êrîşê de 4 kesên medenî şehîd bibûn.
کوردستان TV
100%

Îro jî li Akrê û derdorê xwepîşandanên mezin têne kirin.

Di çarçoveya xwepîşandanên Kurdistaniyan li hundir û derve li dijî êrîşên rejîma Îranê yên bo ser Hewlêrê biryare îro li Akrê û derdorê jî xwepîşandanên mezin û girseyî li dijî rejîma Îranê werin organîzekirin.

Di xwepîşandanan de rixmî mehkûm û şermezar kirina êrîşên hajekî (mûşekî) yên rejîma Îranê bo ser Hewlêrê hevdem daxwaz ji civaka cîhanî tê kirin daku, sînorek bo zêdegaviyên Îranê deyne.

Weke tê zanîn di rojên derbasbûyî de li Hewlêr, Zaxo, Soran û çend bajarên din xwepêşandan hatiye kirin û di rojên pêş de vê li bajar û deverên din xwepîşandan bidomin.

Di encama êrîşên rejîma Îranê de 4 welatiyên medenî ku, yek ji wan keçek temen 11 mehî bû şehîd bibûn.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.