Civata ewlekariya Amerîkayê dibêje sê navendên çekdaran hatine jinav birin.
Civata ewlekariya nîştimanî ya Amerîkayê ragihand ku, êrîşên Amerîka û hevpeymanan bo ser çekdarên hûsî yên li Yemenê yên ser bi Îranê berdewamin û di vê çarçoveyê de jî şeva derbasbûyî hêzên Amerîkî sê êrîşên berfire berine ser sê navendên avêtina mûşekan ya Hûsiyan.
Di daxuyaniya han de hatiye eşkere kirin ku, di encama êrîşa han de 3 navendên avêtina mûşekan ya Hûsiyan bi temamî hatine jinavibirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin