Li Kurdistanê berhemên Îranî têne boykot kirin

yek ji şehîdan keçeke temen 11 mehiye.
کوردستان TV
100%

Odeya bazirganî daxwazek pêşkêşî xelk û bazirganan kiriye.

Bertekên dijî êrîşa rejîma Îranê bo ser Hewlêrê didomin û di vê çarçoveyê de jî duhê odeya pîşesazî û bazirganî ya Hewlêrê daxuyaniyek belav kiriye.

Di daxuyaniya han de odeya bazirganî û pîşesazî ya Hewlêrê daxwaz ji welatiyan û bazirganan kiriye ku, bo mehkûm kirina êrîşên rejîma Îranê bo ser Hewlêrê boykot bixin ser tevahiya berhemên Îranî yên li herêma Kurdistanê de.

Weke tê zanîn jiber êrîşa şeva 15 li ser 16ê Çileyê yên rejîma Îranê bo ser Hewlêrê 4 welatî şehîd bûn ku, yek ji wan keçeke temen 11 sale.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.