Brîtanya berdewam dibe li ser piştîvanî kirina Kurdistanê

civînên Serokwezîr li Davosê berdewamin.
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê Kurdistanê û wezîrê derve yê Brîtanyayê civiyan.

Îro li Davosê Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel wezîrê derve yê Brîtanyayê civiya û pişt re jî Serokwezîr wisa nivîsand;

Îro li Davosê li gel wezîrê derve yê Brîtanyayê birêz David Cameron civiyan.

Mijara sereke ya civîna me giftûgon kirin bû derbarê êrîşên Îranê yên bo ser Hewlêrê. Wezîrê derve yê Brîtanyayê sersaxî û hevxemiya xwe gehande me û êrîşa han jî bi tundî mehkûm kir û got: Ti hinceteke vê êrîşê tuneye û ev zêdegaviye bo ser serweriya Îraqê û nayê qebûlkirin.

Me jî spasiya piştîvanî û hevxemiya Brîtanyayê kir û her du alî li ser berdewam bûna hevkarî û hemahengiya bo rûbirû bûna terorîstên DIŞI û terorê bi giştî hemfikir bûn.

Pêşde birina têkiliyên dostane yên di navbera herêma Kurdistan û Brîtanyayê û girîngiya çareser kirina kêşeyên herêma Kurdistan û hikûmeta federalî û dabîn kirina mafên destûrî û şayîsteyên darayî yên herêma Kurdistanê mijarên din yên civîna me bûn.

 

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.