Doznameya Îraqê radestî NY hatiye kirin.
Li gor zaniyariyên berdest hikûmeta Îraqê li dijî Îranê doznameyek vekiriye û ev doznameya han bi rêya rayedarên Îraqî radestî civata giştî ya Netewên Yekgirtî hatiye kirin.
Di doznameya han de Îraqê gilî li dijî Îranê kiriye û ragihandiye ku, Îran bi dron û mûşekan serweriya axa me binpê dike û êrîşî ser xelkê medenî dike û xelkê medenî dikuje.
Di doznameya Îraqê ya li dijî Îranê de bi berfireyî behsa êrîşên şeva duşemê yên rejîma Îranê bo ser Hewlêrê û şehîd kirina çar welatiyên medenî yên Kurd hatiye kirin û hatiye nivîsandin ku, rejîma Îranê bi êrîşên xwe yên bêhincet êrîşî ser xelkê medenî dike û xelkê medenî dikuje.
Îraq daxwaz ji NY girtî kiriye ku, sînorek bo zêdegaviyên Îranê were diyarîkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin