Dîsa êrîşî ser çend navendên hûsiyan li parêzgeha Hedîde hatiye kirin.
Li gor çapemeniya Yemenî, êrîşên Amerîk, Brîtanya û hevpeymanên wan yên din jî çekdarên hûsî yên ser bi Îranê ku, roja înê destpê kiribûn didomin.
Ççapemeniya Yemenî belav kiriye ku, duhê bişev dîsa balefirên şer yên Amerîkî û Brîtanî çend navendên hûsiyan li eyaleta Hedîde ya li Yemenê bordiman kirine û ev navendên han ji nav birine.
Heta niha derbarê zirarên êrîşên han de ti zaniyarî nehatine bidestxistin.
Duhê jî Amerîka û Brîtanya çend navendên girîng yên hûsiyan ku, têde sîstemên radar hebûne ji nav biribûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin