Nêçîrvan Barzanî: Lazime destûr were cîhbicîh kirin

dibêje lazime destûra Îraqê were cîhbicîhkirin.
کوردستان TV
100%

Peyamek di merasîma bîranîna şehîdê Mêhrabê de pêşkêş kir.

Îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di dema beşdarî kirin di merasîma şehîdê Mêhrabê Mihemed Baqir Muhsên Elhekîm de gotarek pêşkêş kir û behsa kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê kir û daxwaz kir ku, destûra bingehîn ya Îraqê were cîhbicîhkirin.

Serokê herêma Kurdistanê herwiha ragihand ku, Kurd jî welatî û hevbeşên sereke yên Îraqê ne lewre lazime mafên gelê Kurd yên ku, di destûrê hatine werin cîhbicîhkirin.

Nêçîrvan Barzanî tekez li ser vê yekê kir ku, jiber cîhbicîh nekirina destûrê par û bûdceya herêma Kurdistanê nehatiye şandin û ev yek jî bûye sedema kêşeyeke mezin ku, rastî mûçexwer û xelkê Kurdistanê hatiye.

Nêçîrvan Barzanî anî ziman ku, lazime bi diyalog û danûstandinê ev kêşeya han bilez were çareserkirin û ji vê zêdetir zilim li xelkê Kurdistanê neyê kirin.

Barzanî di berdewamiya gotara xwe de anî ziman ku, Îraqa niha pêdiviya xwe bi parastina aramî û aştiyê heye lewre lazime hikûmeta Îraqê û tevahiya aliyên siyasî jî hewl bo vê yekê bidin û lazime tevahiya aliyan hevkarê hikûmetê bin bo pêşî girtin ji êrîşên ser hêzên hevpeymanan û nuneratiyên dîplomatîkî yên li Îraqê jiber ku, berdewamiya wan êrîşên han zirarên mezin didin Îraqê û rewşa heyî ya li Îraqê aloztir dike.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.