Îraq dîsa rastî kêşeya elektirîkê hatiye

Îran rêjeya gaza henarde kirî bo Îraqê kêm kiriye.
کوردستان TV
100%

4 hezar mw elektirîka Îraqê kêm bûye.

Li gor wezareta karûbarên elektirîka Îraqê jiber kêm bûne rêjeya hawirde kirina gaza xwezayî ya li Îranê bo Îraqê, li Îraqê kêşeya elektirîkê ser hildaye.

Wezaretê diyar kiriye ku, Îran rêjeya gaza xwezayî yaku, rojane henardeya Îraqê dikir kêm kiriye û ev yek jî bûye sedem daku, li stasiyonên hêlbirîna elektirîkê yên li Îraqê de kêşeya sûtemeniyê serî hilbide û ev yek jî bandor li ser rêjeya hêlbirîna elektirîkê kiriye û Îraq niha rojane herî kêm 4 hezar mw elektirîk kêmtir berhem tîne û ev jî di nava jiyana rojane de bûye kêşeyeke mezin hem bo hikûmet û him jî bo xelkê.

Weke tê zanîn Amerîka demeke diyarî kirî bo Îraqê daniye daku, hawirde kirina gaza xwezayî ji Îranê bi yekcarî rawestîne lê hîn jî Îraq negehêştiye vê astê ku, bikaribe hawirde kirina gazê rawestîne.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.