Hikûmeta herêmê li gel NY projeyên hevbeş cîhbicîh dike

behsa hewlên hikûmeta Kurdistanê bo parastina mafên zarokan hate kirin
کوردستان TV
100%

Serokwezîr li gel rayedarekî NY civiya.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel nunera taybetî ya Sekreterê giştî yê Netewên Yekgirtî bo karûbarên zarokan civiya û piştî civînê jî Serokwezîr wisa nivîsand:

Îro me pêşwaziya nunera taybetî ya Sekreterê giştî yê Netewên Yekgirtî bo karûbarên zarokan û pevçûnên çekdarî birêz Virginia Gamba kir.

Di civînê de nunera taybetî ya Sekreterê NY bi kurtî behsa kar û çalakiyên xwe û armanca serdana han bo Îraq û herêma Kurdistanê kir û stayîşa hewl, rêkar û planên hikûmeta herêma Kurdistanê yên bo parastina mafên zarokan kir.

Nav hatî kêfxweşiya xwe li hember têgehêştina baş ya hikûmeta herêma Kurdistanê ya li hember girîngiya parastina mafên zarokan û erk û armancên NY yên di vê warî de diyar kir.

Di civînê de me jî amadebûna hikûmeta herêma Kurdistanê bo hevkarî, hemahengî kirin û cîhbicîh kirina projeyên hevbeş li gel NY yên taybet bi parastina mafên zarokan diyar kir.

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.