Behsa yekxistina hêzên pêşmerge hatiye kirin

tekez li ser bilzetir kirina prosesa yekxistina hêzên pêşmerge hatiye kirin.
کوردستان TV
100%

Serokwezîr li gel Fermandarê hêzên hevpeymanan civiya.

Îro Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwaziya Fermandarê hêzên hevpeymanan li Îraq û Sûriyeyê kir û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro me pêşwaziya Fermandarê giştî yê hêzên Hevpeymanan li Îraq û Sûriyeyê birêz Jeneral Joel Vaul û şandeke pê re kir.

Di civînê de ku, Konsulusê giştî yê Amerîkayê li herêma Kurdistanê Mark Straw jî têde beşdar bû, me giftûgo derbarê pêşhatên dayî yên li herêma Kurdistanê, Îraq û Sûriyeyê kir.

Parastina asayîş û aramiya Îraq û herêma Kurdistanê jî mijara sereke ya civîna me bû û tekez li ser girîngiya berdewamiya pîwerdariya hêzên hevpeymanan bo hevkarî kirina artêşa Îraq û hêzên pêşmerge bo rûbirû bûna gefên terorê û dabîn kirina ewlekariya deverê kir.

Piştîvanî kirina reformên wezareta pêşmerge û lez kirin di yekxistina hêzên pêşmerge mijarên din yên civîna me bûn.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.