Behsa gefên terorê hate kirin.
Îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya şandeke hevpeymaniya cîhanî ya bi Serokatiya Fermandarê hêzên hevpeymanan li Îraq û Sûriyeyê Jeneral Joel Vaul kir.
Di civînê de giftûgo derbarê hevkarî û hemahengiya hevpeymaniya cîhanî ya bo hêzên Îraqî û Kurdistanê bo rûbirû bûna teror û ji nav birina hertimî ya DIŞIê, hevkarî kirina pêşmerge û artêşa Îraqê di warê perwerde û şêwirmendî de û gefên terorê yên li ser Îraq û Sûriye û deverê jî bi giştî hate kirin.
Her du alî tekez li ser parastina hêzên hevpeymanan û nuneratiyên dîplomatîkî yên li Îraqê kir û li ser pêdivî bûna aramiya Îraqê bo tevahiya deverê hemfikir bûn û tekez li ser vê yekê kirin ku, nabe derfet were dayîn ku, teror dîsa serî hilbide.
Di berdewamiya civîna han de giftûgo derbarê êrîşên bi dron bo ser herêma Kurdistanê jî hate kirin.
Rewşa navxweyî ya herêma Kurdistanê, yekxistina hêzên pêşmerge, aloziyên li Rojhilata Navîn û şerê li Xezeyê û bandora şerê hanê li ser rewşa deverê mijarên din yên vê civîna han bûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin