Hijmara leşkerên Amerîkî li Îraqê 2 hezar û 500 kese.
Li gel berdewamiya êrîşên komên çekdar yên Îraqî yên ser bi Îranê û zêdebûna dengên Îraqiyan bo vekêşîna hêzên Amerîkî ji Îraqê, wezareta berevanî ya Amerîkayê jî daxuyanî da.
Wezareta berevanî ya Amerîkayê duhê duşem di daxuyaniyekê de ragihandibû ku, ti bername û planeke wan bo vekêşîna hêzên xwe ji Îraqê tuneye û hêzên Amerîkî li ser daxwaza rayedarên Îraqê li vê welatî ne.
Weke tê zanîn hem komên çekdar û hem jî çend aliyên siyasî yên Îraqî yên nêzî Îranê daxwaza derketina hêzên Amerîkî ji Îraqê dikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin