Behsa têkiliyên navbera Franse û Kurdistanê hate kirin.
Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya balyozê Franseyê yê li Îraqê Eric Shovalier kir.
Di civînê de balyozê Franseyê ragihand ku, mebest ji serdana han xatir xwestin ji rayedarên Kurdistanê ye jiber ku, dema pîwerdariya wî li Îraqê bi dawî hatiye.
Nav hatî kêfxweşiya xwe ya li hember civîna xwe li gel Serok Barzanî diyar kir û spasiya rol û piştîvaniya berdewam ya Serok Barzanî ji balyozê Franseyê di dema pîwerdarî de li Îraqê kir.
Her di heman civînê de behsa rewşa siyasî û aloziyên li Îraq, deverê û bûyerên vê dawî hate kirin.
Her di civînê de Serok Barzanî spasiya rola berçav ya balyozê Franseyê kir ku, kariye têkiliyeke baş û berçav li gel tevahiya aliyên Îraqê û Kurdistanî ava bike û di pîwerdariya nû de jê re serkeftin xwest.
Derbarê rewşa Îraqê de jî her du alî tekez li ser girîngiya vê yekê kirin ku, lazime hikûmeta Îraqê berevanî ji ewlekarî û asayîşa Îraqê bike û qanûn serwer be.
Têkiliyên navbera hikûmeta herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî û rêbazên baştir kirina têkiliyên han mijarên din yên vê civînê bûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin