Pevçûneke dijwar qewmiye.
Li gor çapemeniya Felestînî îro yekşem artêşa Îsraîlê êrîşî ser bajarê Jenînê kiriye û pevçûneke dijwar li hin taxên vê bajarê di navbera hêzên Îsraîlê û çekdarên Hemasê de qewmiye.
Ajansa fermî ya Felestînê ( wefa) qala vê yekê kiriye ku, artêşa Îsraîlê di êrîşa xwe ya îro de bombeyên rondikrêj bikar aniye.
Çavkaniyê diyar kiriye ku, di dema êrîşa han de dronên cengî û yên sîxorî yên Îsraîlê jî bi ser esmanê bajêr de geriyane.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin